BERAWIRDKIRINA TAYBETIYÊN DAÇEKÊN KURDÎ BI DAÇEKÊN INGILIZÎ RE (“BI”YA KURDÎ DIGEL “BY”A ÎNGILIZÎ)

Makale
Hayreddin Kızıl, Prof. Dr.
BERAWIRDKIRINA TAYBETIYÊN DAÇEKÊN KURDÎ BI DAÇEKÊN INGILIZÎ RE (“BI”YA KURDÎ DIGEL “BY”A ÎNGILIZÎ)
Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi
Dinler Tarihi
Dinler Tarihi (Genel)
2019
c. 11, sy.3
ss. 1524-1546
Daçek, lêkerên bidaçek, , tewang, bi
Zimanê Kurdî ji aliyê daçekan ve dewlemend e. Digel dewlemendiya xwe ev daçek xwediyê gelek taybetiyan in. Hin ji taybetiyên daçekên Kurdî di zimanên din de jî tên dîtin. Ji ber ku ji hin aliyan ve daçekên Kurdî û Îngilizî dişibin hev, di vê xebatê de daçekên Kurdî ji aliyê taybetiyên xwe ve bi taybetiyên daçekên Îngilîzî re tên berawirdkirin. Ji bo 0000-0001- 9165-3274têgihiştineke baş û ji bo mijara gotarê daçeka “bi”yê jî bi hin wate û taybetiyên xwe digel “by”a tê berawirdkirin. Di her du zimanan de jî daçek ji bo cih, dem, berpêbûnê tên bikaranîn. Dîsa hem daçekên Kurdî hem jî daçekên Îngilizî digel lêkeran tên bikaranîn. Lê hin cudahiyên daçekên Kurdî hene wekî tewanga peyvan bi daçekan.