|
Makale
|
|
Yaşar Kaplan, Arş. Gör. Dr.
|
|
Di Edebîyata Kurmancî Ya Gelêrî Da Beyt û Taybetîyên Wê
|
|
Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Dinler Tarihi
|
|
Kültür
|
|
|
|
|
|
2020
|
|
c.8, s. 20
|
|
133–36.
|
|
|
|
Edebîyata Gelêrî,, Beyt, Destan, Çîroka Manzûm
|
|
|
|
Di Edebîyata Kurmancî da beşa ji hemîyan dewlemendtir Folklor û Edebîyata Devkî ye. Edebîyata devkî malê gel e û li nav komelgehê belav e. Di edebîyata devkî da beyt, destan an jî çîrokên manzûm yên kurmancî giranîyeke mezin heye. Destan yek ji kevintirîn cûreyê edebîyata devkî ye. Di serdemên gelek kevin da hatine danan û danêrên wan ne dîyar in. Di destanan da bûyerên dîrokî û civakî yên karîgerîyeke mezin li ser civakê hiştî û di bîrdanga civakê da cihê xwe girtî, bi awayekî manzûm hatine honandin. Peyva “Dastan” an “Destan” peyveke Îranî ye. Di kurmancî da li şuna peyva destanê “Beyt”, “Qiset”, “Qewl”, “Hîkaye”, “Serhatî” û “Çîrok” tên bikaranîn. Beyt; hîkaye an rûdanekê bi devkî vediguhêze. Dibe ku ew ji serî bo binî bi terzê stirankî an jî bi terzê stirankî û çîrokî ya tevlîhev bê gotin. Armanca vê xebatê danasîna cûreyê beytê an jî çîroka manzûm e.
|